1. navê pirtûkeke bertrand russell e. di vê pirtûkê de russell diyar dike ku , ne hewceye ku mirov nîvê roja xwe bi xebatê re derbas bike. ger cûdehî di navbera mirovan de tunebe û her kes di rojekî de 4 saetan bixabite bes e. hilberîna hemû mirovan a 4 saetan yê têra hemû dinyê bike û ne feqîrî ne jî birçîtiyê bimîne. mirov di 20 saetên din de çi dixwaze dikare bike. |
|
13.12.2014 13:32 |
nazim tolhildan
|
2. (bnr: praise of idleness) |
|
13.12.2014 15:11 |
uciezkvidyêvp
|
3. bang li moderatoran dikim, bila ji kerema xwe re sernivîsê rast bikin ku dilê uciezkvidyêvp rihet be. |
|
13.12.2014 15:22 |
nazim tolhildan
|
4. mijara ku navê wê ji pesna bêkariyê ber bi pesna betaliyê ve hat guhertin. |
|
13.12.2014 20:17 |
simurg56
|
5. pirtûkek balkêş e. min berî çend salan xwendibû û ev demek e carina dîsa lê dinêrim. li gor russel, mirov çiqas zehf bixebite jî nikare ji pêdiviyên kapîtalîzmê re bibe bersiv, lê berevajî wê ger mirov hindik bixebitin jî wê herkes dîsa bikare pêdiviyên xwe pêk bîne û ji xwe re wextê vala jî bibîne. |
|
13.12.2014 20:21 |
simurg56
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |